KNK’ê, KCK’ê û KONGRA GEL ji bo sala nû peyamên cuda dan û sersal pîroz kirin.Aliyan got: “Sala 2023 wê bibe sala hilweşîna faşîzma AKP-MHP’ê. Armanca me ya esasî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL jî bi wesîleya sala nû peyameke nivîskî weşand û ev yek got: “Têkoşîna Azadiyê ya Jinê, sala 2022’an li Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji gelên Îranê re bû hêvî. Mizgînî da ku sedsala 21’ê bibe ‘Sedsala Azadiya Jinê’.
Sala 2022’an bû sala têkbirina planên faşîzma AKP-MHP’ê yên li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê.”
KONGRA GEL: Krîz û kaos bi azadiya Rêber Apo bi dawî dibe
Kongra Gel jî bi heman boneyê anî ziman ku di sala 2023’an de armanca esasî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û got:
“Yekane rêya derketina ji nava krîz û kaosa şer, çareseriya hemû pirsgirêkan ev e.
Gelê me, dostên me û hêzên demokrasiyê wê bi hemû hêza xwe ber bi vê armancê ve bimeşin.”



