KNK’ê sala nû pîroz kir û hêviya serkeftinê kir

KNK’ê û KCK’ê ji bo sala nû peyamên cuda dan û sersal li Kurdan pîroz kirin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya sersala nû peyamek weşand.

KNK’ê anî ziman ku sala 2022’an salek têkoşînê bû, gelê Kurd li her çar beşên Kurdistanê têkoşîn kir.

KNK’ê balkişand ser êrişên Tirkiyê ên li dijî gerîla û diyar kir ku berxwedana gerîla mohra xwe li salê da.

KNK’ê di daxuyaniya xwe de sala nû li hemî Kurd, Kurdistanî û Cîhanê pîroz kir.

Her wiha hêvî kir ku sala nû, sala 2023’an bibe dema serketinê, bibe dema xewn û xeyalên geş ên gelê Kurd.

KCK’ê sala 2023’an pîroz kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî ji bo sala nû peyamek weşand û sersal pîorz kir û got:

Eşkere ye di sala 2023’an de wezîfeyên hîn mezintir li pêşiya me, hêzên demokrasî û azadiyê ye.

Ji bo xwedîderketina li wezîfeyên ku dîrokê daniye ber me û bicihanîna berpirsyariyên xwe em ê hîn têkoşer bin.

Ji bo sala nû bibe sala serkeftinê divê hêzên demokrasiyê têkoşînê mezintir bikin û jiyanê ava bikin.”

Dawiyê de, KCK’ê hêvî kir ku sala 2023’an ji bo gelan, bindestan, jinan û mirovahiyê bibe saleke azadiyê.

Back to top button