HDP 8’ê Adarê bi jinên Mexdûr ên erdhejê re pêşwazî dike

Li Bakurê Kurdistanê jî rêxistinên jin ên HDP û TJA li heremên erdhejê serdana mexdûrên jin dikin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku ew îsal 8’ê Adarê bi şînê pêşwazî dikin.
Her wiha di çarçoveya 8’ê Adarê de alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê tên komkirin û li wan tên belavkirin.

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanî li gelekî deverên Bakur Kurdistanê û Tirkiyê çalakî tên lidarxistin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û çalakvanên TJA’ê bi boneya 8’ê Adarê li qada Konê Jinê ya li navçeya Defne ya Hatayê daxuyanî dan.

Pervîn Bûldan: Me 8’ê Adarê bi şînê pêşwazî kir

Bûldan anî ziman ku wan 8’ê Adarê bi şînê pêşwazî kir û wiha got:

“Tişta ku di 8’ê Adara îsal de li pêş e şîn, êş, hêrs û di heman demê de hevgirtina me ye.

Ji ber vê yekê em îro li vir in. Ji roja despêkê a erdhejê ve jin ji bo hevgirtinê li her derê bûn.

Dem hatiye ku em bi gotina ‘Jin jiyan azadî’ hevgirtina xwe hîn berfirehtir bikin.

Bûldan îşaret bi hêza jinê kir û ev tişt anî ziman:

Jin çiqas hevgirtina xwe xurt bikin, wê ev desthilatdarî ewqas zû têk biçe.

Em soz didin we, em ê we bi tenê nehêlin, em jinan bi tenê nehêlin.

TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê li Dîlokê bi jinan ra civiyan

Bi heman boneyê li Dîlokê jî jin bi pêşengtiya TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê civiyan.

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş got:

“Em di 8’ê Adarê de piştevaniya xwe xurttir dikin û bi dirûşmeya ‘Em ne bi tenê ne, bi hev re ne’ li qadên erdhejê pêşwazî dikin.”

Bi boneya 8’ê Adarê alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê tê komkirin

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşmeya “Hevgirtina Jinê Jîn e” li Mêrdîn û navçeyên wê alavên pêwîst kom kirin û ber bi Semsûrê ve çûn.

Li ser navê jinan Hêvîdar Dînç axivî û diyar kir bi boneya 8’ê Adarê ew ê bi jinan re de nava piştevaniyê de bin.

Her wiha Meclisa Jinan a KESK ya Îzmîrê jî di çarçoveya çalakiyên 8 Adarê de alîkarî pêşkêşî mexdurên erdhejê kir.

Meclisa Jinan alikariyên ji bo mexdûrên erdhejê kom dikin û dişînin herêmên erdhejê.

Alîkarî îro gihişt Narliya Bazarcixa Mereşê.

Back to top button