Şandeyeke jinan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir da ku rewşên mexdûrên erdhejê bişopînin û piştgiriya wan bikin.
Şandeya ku 25’ê Sibatê serdana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kiribû, ji endam û berdevkên ji sazî û partiyên jinan pêk tê.
Armanca serdana ku hefteyekê dom kir, şopandina mexdûrên erdhejê û destekdayîna wan.
Her wiha da ku bi nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û meclisên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re bicivin.
Şandeyê, tevî sazî, partî û meclisan bandorên erdhejê û astengiyên li pêşiya şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bi sedema dorpêçê û siyaseta şerê taybet nîqaş kirin.
Jinan da zanîn şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê niha jî li hember dorpêça ji hêla hikumeta Şamê ve li ber xwe didin.
Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xod Îsa El-Elî derbarê hurgiliyên serdanê got:
“Me di serdanê de hevgirtina şêniyên herêmê û însiyatîfên wan ên peydakirinê pêdiviyên jiyan û hevkariya meclisan bêyî piştdana li alîkariyên derve dît.”