Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hin alav pêşkêşî Navenda Horî ya perwerdekirina zarokan kir.
Piştî ku alav radestî Navendê hate kirin, hevseroka Nivîsgeha Kar û Bar û Sererastkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Xalid daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate teqezkirin ku Rêveberiya Xweser li ser bingehê berpirsyariyên wê di piştgiriya projeyên perwerde û gihandina zarokan de bi vê gavê rabûye.
Her wiha hate destnîşankirin ku alavên hatine pêşkêşkirin, ji pirtûk, alavên teknîk, kompîtur û çapkeran pêk tên.
Ev piştgirî wek piştgiriya xebatên perwerdeyê li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.
Navenda Horî 2017`an li bajarokê Til Marûf ê Tirbespiyê hate avakirin, tê de zarokên ku ji aliyê DAIŞ`ê ve hatibûn biçekkirin dimînin.
Navend bi rêya perwerdeyê armanc dike ku zarokan tevlî li civakê bike.