Sibê wê qonaxa duyemîn a Komxebata Şêwekariyê ya Rojava ya Sêyemîn li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişloyê dest pê bike.
128 hunermendan tevî berhemên xwe yên cuda, tabloyek amade kir ku wê sibe di seat 11:00’an de, were pêşandan.
Bi armanca gihandina peymama hunermendan a girêdayî rewşa herêmê ji cîhanê re, ev komxebat hatiye li darxistin.
Cîgira hevserokatiya Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronahî Hesen destnîşan kir ku piraniya tabloyên ku hatine amadekirin, rewşa jiyanî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rave dikin.
Ronahî bi bîr xist ku di dawiya pêşengehê de wê hemû hunermend ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve werin xelatkirin.
Pêşangeh wê heta dawiya Gulanê vekirî be.