Çalakiyên greva birçîbûnê bi biryardarî didomin

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Apo û bi dawîkirina binpêkirinên mafên Mirovan ên li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt didome. Xizmên girtiyan jî banga hestiyriyê dikin û dibêjin: Ger ku tecrît bêrakirin dê pirsgirêk bên çareserkirinbên. 

Bi dewrgirtina koma 35’emîn çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê ku li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dan destpêkirin, ket roja 172’an.

Çalakiya li Mexmûrê di roja 151’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 134’emîn de dewam dikin.

Mûazzez Orhan: Ti pirsgirêk ji tecrîdê cuda nîne

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan Işik ragihand, ji xetimîna aboriyê heta binpêkirina mafên mirovan ti pirsgirêk ji tecrîdê cuda nînin.

Mûazzez got:

Desthilatdariya AKP-MHP’ê jiyana me, paşeroja me, welatê me dixe nava tarîtiyê.

Binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan, dadgeriya bi din wesayitê de ye, zexta li ser çapemeniyê, nebûna azadiya îfadeyê, bêkarî, kûrbûna krîza aboriyê, xwekuştina mirovan ji ber birçîbûnê, kuştina jinan ku rojane herî kêm sê jin tên kuştin, bi temamî ji vê yekê serbixwe nîne.”

Mûazzez bal kişand ser tecrîdê û got,

Tecrîd di heman demê de nenaskirina hiqûqê ye. Li dijî destûra bingehîn û peymanên navneteweyî ye, nenaskirin û qebûlnekirina mafên ku bi qanûnan hatine misogerkirin e.

Dadgerî bi fermanê tevdigere, ne li gorî qanûnan lê li gorî talîmatan biryarê dide.

“Bila daxwaz bên qebûlkirin û tecrîd bê bidawîkirin”

Xizmên girtiyan, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku hatiye destpêkirin axivîn û gotin:

Bila tecrît bê bidawîkirin û daxwaziya zarokên bê bivihsnîn. Ger ku tecrît bêrakirin dê pirsgirêk bên çareserkirinbên. Em naxwazin ku zarokên me zerarê bibînin.”

Dayika girtiyê bi navê Hîkmet Ataman ê ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa E’ya Orduyê de 6 salin girtî ye, Meryem Ataman anî ziman ku temenê kurê wê di girtîgehan de derbas bûye

Back to top button