Meşa Ciwanên Şoreşger di roja 2’an de didome

Meşa Tevgera Ciwanên Şoreşger a li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û tecrîda li ser Rêber Apo ku duh ji Qamişlo destpêkiribûn di roja duyemîn de dewam dike.
Ciwanên ku tevlî meşê bûne diyar kirin ku ewê herdem li dijî êrîşên dagirkeriyê têbikoşin û rê nedin ku Kurdistan bê dagirkirin.

Duh di seatên sibehê de bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê, meşek dirêj ji aliyê ciwanan ve hate destpêkirin.

Bi sedan ciwanên şoreşger, jinên ciwan û xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî meşa dirêj bûne.

Meş bi slogana “Bi ciwanên bûne baz, ber bi serkeftina zagrosan ve” ji bajarê Qamişlo dest pêkir û ber bi bajarê Dêrikê ve dewam dike.

Duh di seatên êvarî de ciwan gihiştin bajarê tirbespiyê û şeva xwe lê derbas kirin.

Îro jî di roja duyemîn de meşa ciwanan bi hêzeke xurt û dilekî gerim berdewam kir.

Ciwanên ku tevlî meşê bûne diyar dikin ku ew tu carî nahêlin tu kes xaka Kurdistanê dagir bike.

Ciwana anîn ziman ku Kurd, Ereb û Siryan armanca wan ya serek yekbûna li dijî dagirkeran e.

em wek ciwanên bakur û rojhilatê sûriyê armanca me ya sereke ji vê meşa dirêj ewe ku tecrîda li ser rêber Apo bi dawî bibe û êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê şermezar bikin.

Divê hemû ciwanên Kurd, Ereb û Siryan dakevin qadan, em destê xwe bidin hev û li dijî dagirkeran xwedî li axa xwe derkevin.

Back to top button