Yekîtiya Ewropa: Em amade ne cezayan li ser tirkiyê ferz bikin

Duh li girava Korsîka ya Fransayê, 7 welatên Ewrûpî ji bo aloziya li rojhilatê Deryaya Spî civiyan.
Beşdaran bi temamî piştgirî da Qibris û Yûnanistanê li dijî binpêkirina serweriya wan ji aliyê dewleta Tirk ve.
Her wiha di encamnameya civînê de, beşdaran teqez kir ku YE lîsteyeke cezayan li dijî kirinên Tirkiyê, rojên 24 û 25’ê Îlonê nîqaş dike.

Di dawiya civîna xwe ya li derbarê Deryaya Spî de, her 7 welatên Ewrûpî ragihand ku, eger Tirkiyê dev ji tevgera xwe ya li rojhilatê Deryaya Spî bernede, ew amade ne cezayan lê ferz bikin.

Duh Pêncşemê, civîna Med7 bi beşdariya Fransa, Yûnanistan, Îtaliya, Ispaniya, Malta, Qibris û Portugal, li girava Korsîka ya Fransî pêk hat.

Di civînê de, hemû dewletên beşdar, bi temamî piştgirî da Qibris û Yûnanistanê li dijî binpêkirina serwerî û mafên wan, ji aliyê dewleta Tirk ve.

Di encamnameya civînê de, her 7 welatan teqez kir, ku YE dê lîsteyên cezayan li ser Tirkiyê rojên 24 û 25’ê Îlonê nîqaş bike û eger
Tirkiyê dev ji çalakiyên xwe yên nerewa bernede, ew ê van cezayan bixin cîbicîkirinê.

Girûpa Med7 banga rêzgirtina li qanûna navdewletî û bi taybet qanûna deryayî ya navdewletî û çareserkirina aloziyan bi rêya diyalogan kir.

Beşdaran mixabîniya xwe ji ber paşguhkirina Tirkiyê ji hemû bangên YE yên ji bo bidawîkirina tevgera xwe ya nerewa li rojhilatê Deryaya Spî û Deryaya Îce re, anî ziman.

Ji bo bidawîkirina aloziyê, Pompeo serdana Qibrisê dike

Di heman çarçoveyê de, wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, ji bo bidawîkirina aloziya bi Qibris û Yûnanistanê re, bang li Tirkiyê kir ku hêzên xwe ji rojhilatê Deryaya Spî bikşîne.

Pompeo, ku sibe serdana Qibrisê dike, eşkere kir ku, armanca wî ji vê serdanê, bidawîkirina aloziya li herêmê bi awayekî aştiyane.

Mike Pompeo got: ez hêvî dikim ku diyalogên cidî pêk werin û hemû hêzên leşkerî ji vê herêmê werin kişandin.

Back to top button