Bi dîmen..Li Efrînê çeteyên dewleta Tirk dikana şêniyekî şewitandin

Li Efrîna dagirkerî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker, dikana şêniyekî li navenda navçeya Cindirêsê şewitandin.

Malpera Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk dikana firotina mazotê yê şêniyê bi navê Ehmed XoReşîd ê ji gundê Kora yê Cindirêsê şewitandin.

Malperê diyar kir ku dikana Ehmed li kolana Yalanqozê yê navenda navçeya Cindirêsê ye.

Çeteyan bi bihaneya ku Ehmed baceyên ku li ser wî hatine ferzkirin neda ye, wan dikana wî şewitandine.

Artêşa Tirk girê li gundê Celemê vediguherîne baregeheke leşkerî

Malpera Afrîn Post jî eşkere kir ku artêşa Tirk, girê li gundê Celemê yê navçeya Şêrewa bi alavê giran dikolin da ku veguherînin baregeheke leşkerî.

Back to top button