Rûspiyên eşîrên ereb ên kantona Hesekê li hember êrişan piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re nîşan dan.
Şêxê eşîra El-Bû Muslim El-Abid a qebîleya Begara, Ewad El-Uqle li ser êrişên dewleta Tirk ev tişt anî ziman:
”Dewleta Tirk dijbertiya gelê Sûriyê dike. Bi domdarî gefan dixwe û welatiyan dike hedef.
Hewcedariya demê bi yekitî û sekna bi QSD’ê re heye. Li hemberî êrişan divê her kes erka xwe bi cih bîne.
Rûspiyê eşîra Fadil a li navçeya Şedadê Menaf Reca jî piştgiriya xwe bi QSD’ê re teqez kir û got:
”QSD’ê parastina xak û rûmetê ye, ji bo parastina destkeftiyên şoreşa me têkoşînê dike.”
Her wiha Rûspiyê êla Şerabîn a bajarê Hesekê Mihemed Ubêd biryara rewşa awarte gaveke erênî nirxand.
Mihemed Ubêd bang li pêkhateyên herêmê kir ku xwe li ser bingeha şerê gel ê şoreşger bi rêxistin bikin.