Di şer û topbarana li herêma bêçek de, 6 kes hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.
Xwepêşandanên li Siwêdayê jî zêdeyî 2 meh in dewam dikin.
Balafirên Rusyayê kampa Koçberan û gundê Eyn Şîb yên li Idlibê bombebaran kir.
Di encamê de, 6 sivîl hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.
Hêzên hikumeta Şamê jî gundewarên Idlib, Hema û Helebê yên di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de topbaran kirin.
Di êrişa hêzên hikumetê ya li dijî gundê El-Fetîra yê li Idlibê de jî 2 çete birîndar bûn.
Çeteyên Heyet Tehrîr EL-Şam jî bi moşekan êrişî deverên hêzên hikumetê yên li gundewarê Idlib û Helebê kirin.
Xwepêşandanên li Siwêdayê zêdeyî 2 meh in didomin
Li Siwêdayê jî xwepêşandan didomin.
Bi sedan şêniyên Siwêdayê îro jî li Qada El Kerame kom bûn.
Xwepêşandêran banga pêkanîna biryara navneteweyî a 2254’an û azadî ji bo girtiyan kirin.