Namzetên jin ên Partiya Çep a Kesek derbarê hilbijartinan de peyamên xurt didin. Ew piştrast dikin tevgera ku jin tê de tune be nikare bi ser bikeve û serkeftin tekez wê bi jinan re pêk bê.
Ji hilbijartinên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê re hindik ma.
Di vê çarçoveyê de amadekarî zêde bûne û partiyên siyasî jî xebatên xwe leztir kirine.
Der barê hilbijartinan û giringiya wê, nirxandin û peyamên namzetên jin yên Partiya Çep a Kesk derdikevin.
Dimen çend saniya biherikîne
Namzeta Parlamenteriyê ya Amedê Adalet Kaya ku bi salan e li dijî tundiyê têdikoşe dibêje:
“Em ê bi jinan bi ser bikevin.
“Em di vê baweriyê de ne ku jin dikarin li dijî şer, edaletê avabikin.
Em ê ji bo vê yekê bixebitin.”
Meryem Gulbudak: Peymana Stenbolê yek ji armancên me ye
Dimen çend saniya biherikîne
Berdevka Meclîsa Jinan a Îzmîrê ya Partiya Çep a Kesk Meryem Gulbudak jî tekez kir tu tevgera azadiyê ku jin tê de tune be nikare bi ser bikeve û got:
“Em Partiya Çep a Kesk armanc dikin ku destpêkê Peymana Stenbolê şûnde bînin.”
Meryem Gulbudak bang li hemû jinan kir ku dengên xwe bidin Partiya Çep a Kesk.
Tûlay Şakar: Gel ji sextekariya hilbijartinan bi fikar e
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Meletiyê Tûlay Şakar jî bal kişand li ser mijara sextekariya hikumeta AKP-MHP û ev got:
“Ev sextekarî wê ber bi hilbijartinê ve zêdetir bibe.”
Tûlay Şakar: Divê gelê me deng û sindoqên xwe biparêze
Tûlay Şakar diyar kir ku divê welatî heta dawiya serjimêriya dengên xwe bişopînin û ev bang kir:
“Divê herkes xwedî li sindoqan û dengên xwe derkevin.
Bila di roja hilbijartinê de xwedî li îradeya xwe derkevin.”
Jinên Dêrsimê: Partiya Çep a Kesk Partiya Azadî Edalet û Demokrasiyê ye
Jinên Dêrsimê jî bi gotina ew ê li dora namzetên jin bibin xelek piştgiya xwe ya bi partiya Çep a Kesk re nîşan dan û gotin: “Partiya Çep a Kesk partiya azadiyê ye.
Dem hatiye ku desthilatdariya AKP-MHP’ê biçe.
Wê jin bi ser bikevin û dawî li desthilatdariyê bînin.”