Johnson bi gotina ‘ji min heta vir’ xwatirê xwe xwest

Li Îngistanê serdema Boris Johnson bidawî bû. Liz Truss ya ji aliyê endamên Partiya Muhafezekar ve hat hilbijartin, êdî bo seroka Partî û Serokwezîra welat.
Johnson di daxaftina xwe ya xwaritxwestinê de, got:
Ji min heta vir.

Wezîra Karê Derve Liz Truss duh weke seroka nû ya Partiya Muhafazakar a desthilatdar a Brîtanyayê hate hilbijartin.

Piştî ku Boris Johnson îro îstifa xwe pêşkêşî Qralîçe Elizabeth II kir, wê weke serokwezîra nû ya Brîtanyayê were destnîşankirin.

Tê payîn ku Truss di nava rojê de kabîneya xwe eşkere bike.

Truss piştî Margaret Thatcher û Theresa May wê bibe sêyemîn serokwezîra jin a Brîtanyayê.

Boris Johnson îro danê sibê li ber avahiya Serokwezîriyê ya li Downing Streetê axaftina xwe ya dawîn wek Serokwezîr kir û wiha dest bi axaftina xwe kir:

“Ji min gelek kes hene.”

Johnson di ravekirina serkeftinên hikûmeta xwe de diyar kir ku hikûmeta nû ya Partiya Muhafazakar wê zehmetiyan bi taybetî jî krîza enerjiyê derbas bike û bi tevahî piştgirî da Liz Truss.

Johnson bang li partiya xwe kir ku “li pişt Liz Truss bibin yek”.

Demek kin piştî ku Johnson îstifa xwe pêşkêş kir, Truss wê ji aliyê Qralîçeyê ve bo erkê serokwezîrtiyê were erkdarkirin.

Wezîrê Karê Hundir Priti Patel û Wezîra Çandê Nadine Dorries beriya ku kabîneya nû were eşkerekirin îstifa kiribûn.

Yek ji pirsgirêka herî mezin ya li pêşiya Truss ku divê were çareserkirin krîza enerjiyê ye.

Hat ragihandin ku cemidandina fatûreyên enerjiyê di nav vebijarkên planên Truss de ye.

Back to top button