Bîryara qirkirinê ya Dîwana Edaletê ya navnetewî dijî Îsraîlê

Têkildarî doza qirkirinê ya ku Afrîka Başûr li dijî Îsraîlê vekiriye, Dîwana Edaletê ya Navnewî bîryara xwe eşkeker kir.
Dîwanê ji Îsraîlê xwest têkildarî qirkirineke li Xezayê tedbîrên lezgîn bigire.
Amerîka û Îsraîlê bertek nîşanî sûcdarkirina bi qirkirinê dan, Filistînê û hin welatan jî ev bîryar bi kêfxweşî pêşwazî kirin.

Dîwana Edaletê ya Navnetewî duh têkildarî doza qirkirinê ya ku Afrîka Başûr li dijî Îsraîlê vekiriye bîryara xwe eşkere kir.

Dîwanê ji Îsraîlê xwest têkildarî qirkirineke li Xezayê tedbîrên lezgîn bigire.

Her wiha dadgeh di mijara Îsraîlê qirkirin pêk anîye an na, niha wê bîryarê nede.

Piştî vê bîryara Dîwana Edaletê, gelek welatan daxuyanî dan û bertek nîşan dan.

Bîryara dadgehê li Filistînê bi kêfxweşî hat pêşwazî kirin

Bîryara Dîwana Edaletê li Filistînê jî bi kêfxweşî hate pêşwazî kirin.

Serokatiya Dewletê ya Filistînî bîryar weke dîrokî pênase kir û got,

“Bîryarê nîşan da ku li cîhanê tu dewletek li ser hiqûqê re nîne û edalet ji bo herkesî ye. Divê Îsraîl êrişên xwe yên li dijî Xezayê rawestîne.”

Netanyahû: Sûcdarkirina Îsraîlê bi qirkirinê tiştekî kirêt e

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû piştî bîryarê daxuyanî da û nerazîbûn nîşan da.

Netanyahû diyar kir sûcdarkirina welatê wî bi qirkirinê ne cihê baweriyê ye, tiştekî kirêt e û got, ”

“Mafê Îsraîlê yê xwe-parastinê heye. Bi darê zorê girtina vî mafî ji destê Îsraîlê cihêkariyeke eşkere ya li dijî dewleta Yahûdî ye. Ji bo parastina gel û welatê xwe çi bê xwestin em ê bikin.”

DYA: Sûcdarkirina Îsraîlê bi qirkirinê bê bingehe

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê têkildarî mijarê got, “Sûcdarkirina Îsraîlê bi qirkirnê bê bingeh e.

Dadgehê derbarê qirkirinê de bîryarek nedaye û banga agirbestê jî nekiriye.”

Erebistana Siûdî bîryara dadgehê bi kêfxweşî pêşwazî kir

Erebistana Siûdî jî bîryara dadgehê bi kêfxweşî pêşwazî kir.

Wezareta Karên Derve ya Siûdî jî daxuyanî da û got:

“Riyad piştgiriyê dide bîryara dadgehê, pêkanînên dagirkeriyê yên Îsraîlê û binpêkirina Peymana Qirkirinê ya NY red dike.

Civaka Navnetewî ji bo vemirandina şewata li Xezayê û parastina Filistîniyan divê zêdetir tedbîran bigire.”

Rêxistina Efuyê: Divê Îsraîl demildest li gorî bîryara dadgehê tevbigere

Rêxistina Efuyê ya Navnetewî jî piştî bîryara dadgehê daxuyanî da û diyar kir jiyana Filistîniyan di bin xeteriyê de ye.

Li ser nave rêxistinê Agnes Callamard wiha got,

“Tedbîrên demkî yên dadgehê nîşan dide ku jiyana Filistinîyan di bin xeteriyê de ye. Îsraîl divê demildest li gorî bîryara dadgehê tevbigere.

Joe Biden û El Tamîm li ser Xezayê hevdîtin pêk anîn

Li aliyê din Şêxê Qatarê Temîm El Sanî û Serokê Amerîkayê Joe Biden derbarê şerê li Xezayê de hevdîtina telefonê pêk anîn.

Têkildarî hevdîtinê Dîwana Îmaratê ya Qatarê daxuyanî da û weha got:

Di hevdîtinê de ji bo pêkanîna agirbestê ya li Xezayê û rawestandina xwînê ya sivîlan pêwîstiya hevkariya herêmî û navnetewî hate niqaşkirin.

Di êrişên Îsraîlê li Xezayê de 183 kes hatin kuştin

Back to top button