“Fikrê Rêber Apo yê nûjen dewleta Tirk hejandiye”

Parêzer û çavdêrên siyasî yên Hewlêrê gotin:
”Tecrîda li dijî Rêber Apo binpêkirinek mezin a yasa ye.”

Çavdêrê Siyasî Beyad Elî diyar kir ku ji sala 2021’an ve ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin.

Beyad Elî got: ”29 mehin Rêber Ocalan dibin tecrîdekê giran de ye.

Ji ber ku fikrê wî ewqasî nûjen e, dewleta Tirk hejandiye.

Dewleta Tirk ji êrişên xwe yên li ser gelê Kurd, zererek mezin girtiye.

Ji bo wê tirsa dewleta Tirk hemû ewe ku Rêber Ocalan gotinek bike.”

Parêzer Karzan Reşîd jî derbarê heman mijarê de axivî û got:

“Rêber Apo ev 29 mehin parêzerên xwe neditî û çarenûsa wî nediyare.

Ev yek li dijî Rêberê siyasî yê wêrek û jêhatî, binpêkirina yasayên mafên mirovan e.”

“Tecrîda li ser Rêber Apo, li ser hemû Kurdan e”

Back to top button