Li Ewrûpayê 5-6-7’ê Kanûnê bi slogana “Ji bo azadî û statûya gelê Kurdistanê yekîtiya netewî erka dîrokî ye” meş werin lidarxistin.
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê bang li hemû sazî û hêzên Kurdistanî kir ku bi rihê yekîtiya netewî tevlî van meşan bibin.
KCDK-E’ di daxuyaniya xwe de banga hunermend û rewşenbîran a ji bo yekîtiya neteweyî silav kir û da xuyakirin ku ew ê di vê mijarê de hemû berpirsyartiyên dikeve ser milên wan bi cîh bînin.
KCDK-E diyar kir ku pêkanîna yekîtiya neteweyî wezîfeyekî dîrokî ye û ji hemû partiyên Kurdistanî xwest ku li gorî berjewendiyên netewî tevbigerin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, hêzên mêtinger û navneteweyî yên ku Kurdistan kirine çar parçeyan êrişî destketiyên gel dikin û weha hate gotin:
“Rihê yekîtiya neteweyî ku bi berxwedana Rojava afirî destketiya herî girîng a vê pêvajoyê ye.”
KCDK-E’yê ragihand ku berxwedana Rojava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê derbasî qonaxeke nû û asteke gerdûnî kir.
KCDK-E’yê di daxuyaniya xwe de meşên ku di 5-6’ê Kanûnê de li Lozan-Cevreyê û di 7’ê Kanûnê de jî li tevahiya dinyayê pêk werin bi bîr xist.
Her wiha ji bo çalakiyan jî bang li partiyên siyasî, sazî, hunermend û rewşenbîran kir ku plansazî û komîteyên hevpar ava bikin.