Rejîm li Idlibê amadekariyên operasyoneke nû dike

Rejîma Sûrî bi balafirên şer herêmên çeteyên girêdayî dewleta Tirk yên li bêjahiyên Hema û Laziqiye bombebaran kir. Li aliyekî din Çavkaniyên herêmî ragihandin ku artêşa rejîmê li derdora bejahiyên başûr û başûrê rojhilatê Idlibê ji bo lidar xistina operasyoneke nû amadekariyên leşkerî dikin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku balafirên şer ên rejîma Sûriyê vê sibehê bi awayekî dijwar êrîş birin ser herêmên çeteyan.

Li gorî navendê, balafirên şer herêmên Sermaniyê yên Sehil El-Xab ên rojavayê Hemayê û derdora Kebanê ya Çiyayê El-Ekrad ê li bejahiya bakurê Laziqiyê bê navber bombebaran kirin.

Ji aliyê din ve li derdora Kebanê di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk û hêzên rejîmê de şer rû da.

Di encama vî şerî de nemaze ji hêzên rejîmê, ji her du aliyan kuştî û birîndar çêbûn.

Ji aliyê din ve komên çete bi awayekî dijwar rojhilat û başûr rojhilatê Idlibê yê di bin serweriya hêzên rejîmê de topbaran kirin.

ÊRÎŞÊN REJÎMÊ YÊ LI DIJÎ ÇETEYAN
AJANSA SPUTNIK: REJÎM LI IDLIBÊ AMADEKARIYÊN OPERASYONEKE NÛ DIKE

Ji aliyê din ve li gorî çavkaniyên herêmî, artêşa rejîmê li bejahiyên başûr û başûrê rojhilatê Idlibê amadekariyên operasyoneke nû a leşkerî dike.

Tevî agirbesta bi garantoriya Rûsya û Tirkiye pêk hatibû, di rojên dawî de li herêmên qaşo “bê çek” şerên dijwar rû didin.

Ev bûyerên li herêmê rû didin û nakokiyên di navbera şandeyên rejîmê û dewleta Tirk de di heman demê de bandorê li ser civînên “komîteya destûrê” jî dikin.

Leave a Reply

Back to top button