Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk yên li dijî rojnamevanan dan û gotin:
Eger pêşiya van êrişan neyê girtin wê hemû civak bibe qurbanê van êrişan.
Sinûr Rehman diyar kir ku qetilkirina rojnamevanan li ser asta netewî sûcekê dermirovî ye.
Lê mixabin me dît û em dibînîn ku rojnamevanên azad hatin hedefgirtin.
Çapemeniya Azad amadeye bi dayîna canê xwe jî be, sûcên dewleta Tirk eşkere bike.
Girêdayî heman mijarê rojnamevanê Şadyar Şoriş jî got:
Hedefgirtina rojnamevanan aliyek din yê êrişên hovane yên dewleta Tirk e.
Pêwîste di asta navnetewî, navxweyî û herêmî de helwesteke cidî li dijî van êrişan bên nişandan.



