“Tecrîda li ser Rêber Apo, li ser hemû Kurdan e”

Welatiyên binarê Qendîlê bi çalakiyên cuda tecrîda li dijî Rêber Apo û êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin.

Di çarçoveya pêngava ‘Azadiya Fîzîka ya Rêber Ocalan’ de li Binarê Qendîlê bi çalakiyek girseyî tecrîda li dijî Rêber Apo hate şermezarkirin.

Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê RJAK’ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bang li gelê Kurd û aliyên peywendîdar kir ku li hemberî tecrîdê xwe berpirsyar bibînin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê tevayî gelê Kurd bizanibe ku tecrîda li ser Rêber Apo, tecrîda li ser hemû Kurdan e.

Her wiha Meclisa Gel ya Binarê Qendîlê jî di şeva êvara xwarinê de bal kişandin ser tecrîda girankirî û êrişên dagirkeriyê.

Di daxuyaniya li wir hate dayîn de welatiyan gotin:

Baweriya me ewe ku çarenivîsa pirsgirêka gelê Kurd û Kurdistana Azad wê Rêber Apo diyar bike

Back to top button