292 Koçberên din ên Êzîdî vegeriyan Şengalê

Vegera civaka Êzidiî a li ser warên xwe dewam dike.
hate ragihandin ku 292 koçberên din yên Êzidî ji kampên Duhokê vegeriyane Şengalê.

Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyeke vegera malbatên Êzidê ragihand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 292 koçberên Êzidî bi awayek dildarî ji kampên koçberan yên li parêzgeha Duhokê vegeriyan ser cih û warên xwe Şengalê.

Herwiha Wezîrê ferman daye hemû aliyên peywendîdar ku hêsankariyê û pêdiviyên jiyanî û sereke ji koçberên ku vegeriyane Şengalê re dabîn bikin.

Di daxuyaniya wezîrê de hate gotin

“Vegerîna koçberên Êzidî di çarçoveya plana wezareta wan ya li ser bingehê bidawîkirina dosyaya koçberan li Iraqê pêk hat.

Em weke wezaret xebatên xwe yên tomarkirina koçberên ku dixwazin vegerin ser cih û warên xwe dewam dikin.”

Îvan Fayeq: 293 koçberên din ên Êzdî vegeriyan Şengalê

Back to top button