Îvan Fayeq: 293 koçberên din ên Êzdî vegeriyan Şengalê

Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Îvan Fayeq bi daxuyaniyekê ragihand ku 293 koçberên Êzidî ku li kampên koçberan yên Duhokê bûn bi dildarî vegeriyane Şengalê.

Wezîra Koç û Koçberan diyar kir ku vegerîna koçberan bo ser cih û warên xwe di çarçoveya plana wezareta wan ya bidawîkirina dosyaya koçberan de pêk tê.

Îvan Fayeq da zanîn ferman ji kadroyên wezaretê re hatiye dayîn ku bi awayek lezgîn pêdiviyên wan dabîn bikin.

Wezîra Koç û Koçberan destnîşan kir ku wezareta wan, li hemû kampên koçberan xebatên xwe yên tomarkirina malbatên ku dixwazin bi awayek dildarî vegerin ser cih û warên xwe, berdewam dike.

Her wiha diyar kir ku ji bo derbaskirina hemû astengên ku rê li ber vegera penaberan ji bo deverên xwe xebat têne meşandin.

100 koçberên din yên Êzidî vegeriyan Şengalê

Back to top button