Li Helebê jinan derbarê têkoşîna jinan de komxebatek li dar xist

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê komxebatek li Helebê li darxistin. Rawestandina şer, pêkanîna aştiyê, hin xalan sereke yên encamnameya Komxebatê bûn.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê komxebatek bi navê “Têkoşîna jinan.. Ber bi bidawîkirina dagirkeriyê û rûniştandina demokrasiyê” li darxist.

Çalakvan, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û şervanên YPJ’ê tev li Komxebatê bûn.

Di komxebatê de kesên axivîn balkişandin ser bandorên şer ên li ser derûniya civakê dike, rola jin di guhertina sîstema Siyasî de.

Her wiha teqezî bi girîngiya yekkirina jinên cîhanê jî hat kirin û hat gotin:

“Çareseriya herî baş ew e ku jinên cîhanê bibin yek da ku em azadiya xwe bi dest bixin.”

Jinên tevlî komxepatê bûn diyar kirin ku jinên Sûriyê li hember hemû zehmetiyan li ber xwe dan û rola pêşengiyê di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de lîstin û gotin:

Têkoşîna jinan a mezin, cihê xwe yê xwezayî di xwebirêvebirinê û civakê birêvebirinê de girt.

Herî dawî komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû.

Hin xalên serekê yên encamnameyê ev in:

  • Rawestandina şer, pêkanîna aştiyê, serbestberdana girtiyan .
  • Eşkerekirina çarenûsa windahiyan, doza şehîd Hevrîn Xelef bigihêje dadgehên navneteweyî.
  • Bidawîkirina dagirkeriyê li Sûriyeyê, pêşxistina têkiliyan û lihevkirinan bi tevger û rêxistinên jinan re.
  • Divê ragihandin rola xwe bilîze da ku hêzeke çapemeniyê ava bibe ku piştgiriya mafên jinan bike û rê li pêşiya van sûcan bigire.
Back to top button