Konfiransa navneteweyî ya tecrûbeyên jinan a “Li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî”

Rojnamevana tunisî Zihûr El Meşriqî tevlî li konfiransa jinan a navneteweyî ya li Lubnanê bibû û derbarê konfansê nerînên xwe anî ziman: Ji bo dawî li tundî û kuştinên jinan bê divê hevgirtina jinan xurt bibe.

Konferansa Navneteweyî ya Tecrubeyên Tevgerên Jinan bi dirûşma “Li ser şopa jin, jiyan, azadî” bi beşdariya 80 çalakvanên jin ên ji 12 dewletên ereb û afrîkayê li paytexta Lubnan Beyrûtî di 18 û 19`ê Tebaxê de li dar ket.

Konferansê de sê mijarên sereke hatin niqaşkirin.

Bandorên destwerdana pergala global a hegemon li ser jinên herêmê.

Tecrubeyên jinên Kurd di pêxirtengiyên li herêmê de.

Nêrîna hevrêyê jinan ronakbîr Abdullah Ocalan der barê rêwîtiya azadiya jinan de” nîqaş kirin.

Zihûr El Meşriqî: Konfrans ji bo hevgirtina jinan gelekî girîng bû

Rojnamevana tunisî û xebatkara NUJINHA ku beşdarî konferansê bûye, Zihûr El Meşriqî behsa girîngiya konferasê kir.

Konfrans di çarçoveya hevgirtina jinan û koordîneyê ji bo parvekirina tecruebeyên jinan de gelek girîng bû.

Konferasê sûcên li dijî jinan li Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn pêk tên û çawa rê li pêşiya pêkanîna aştiyê tê girtin, eşkere kir.

Zihûr diyar kir ku armanca kombûna wan yek e û wiha domand:

Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî azadîxwazan hatin nîqaşkirin.

Divê şoreşa jinan a Rojava hînî jinan li seranserî cîhanê bikin.”

Rojnamevan Zihûr da zanîn ku qanûnan nekarî jinan biparêzin û got

Tenê dengê jinan, tevgerên wan ên rastîn û koordîneya sînornenas wan diparêzin.

Ji bo dawî li tundî û kuştinên jinan bê divê hevgirtina jinan xurt bibe.

“Divê jin piştgiriya cenga Rêber Abdullah Ocelan ya di girtîgehê de bikin”

Zihûr diyar kir ku divê jin nivîsên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê jinan bixwinin u nas bikin û got:

Rêber Abdullah Ocelan Her tim piştgiriya jinan kir. Jineolojî ava kir.

Bi mafên jinan bawer kir û ji bo ku rewşeke baştir û pêşerojeke xweştir ji jinan re ava bibe, kar û xebat kir.

Ji ber vê Desthilata Tirk lê li ber azadiya wî digre.

Back to top button