Konferansa jinan ya li Lubnanê di roja 2. de bi dawî bû

Konferansa Jinan ya Lûbnanê di roja duyemîn de bi encamnameyekê bi dawî bû.
Jinan bal kişandin ser girîngiya mezinkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û tecrîda li dijî Rêber Apo
Beşdaran bang kirin ku yekîtiya jinan dê bibe bersiva herî baş a li dijî tecrîd û îşkenceya li girtîgeha Îmraliyê.

Konferansa Jinan ya Lûbnanê ku du rojan dewam kir bi encamnameyekê bi dawî bû.

Di konferansa ku ji gelek welatên Rojhilata Navîn 80 delegeyên nûnerên saziyên jinan beşdarî bûn gelek mijar hatin niqaş kirin.

“Rêber Apo kesê yekem bû lêgerîna li heqîqetê li pêş xist”

Xurtkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û perpespektifên Rêber Apo ên derbarê xwe birêxistinkirinê de yek ji xalên girîng yê konferansê bû.

“Jinê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengtiya şoreşê kirin”

Yek ji delegeyên konferanê Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed jî di konferansê de axivî.

Îlham Ehmed qala serhildana şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriye kir û ev tişt ziman:

“Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengtiya şoreşê li dijî rêxistina herî metirsîdar ya terorê kirin.

Tevî vê jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû qadan de ji rêjeya sedî 50’î tev li xebatan bûn.”

Di 2. De tecrîda li dijî Rêber Apo hat nîqaş kirin

Di roja duyemîn de jî jinan derbarê “Nêrîna hevreyê jinan ronakbîr Abdullah Ocalan a derbarê rêwîtiya azadiya jinan de” goftûgo kirin û wiha gotin:

“Birêz Abdullah Ocalan li ser rêbaza azadiya jinan mijarek pêşkêş kir.

Yek ji mijarên ku birêz Ocalan behs dike parastina cewherî ye ku parastina ji hemû cureyên tunebûn û êrîşan e.

Doza birêz Ocalan doza azadî û demokrasiya gelan e ji ber vê tecrîdek girankirî li ser tê meşandin.

“Tecrîda li dijî Rêber Apo li dijî gel û jinan e”

Beşdaran destnîşan kirin êriş û tecrîd di heman demê de li ser gel bi taybetî li ser jinan jî ye û ev peyam dan:

Ji ber Rêber Ocalan azadiya civakê di azadiya jinê de dibîne.

Yekîtiya jinan dê bibe bersiva herî baş a li dijî tecrîd û îşkenceya li girtîgeha Îmraliyê.

Piştî nîqaşan konferans bi encamnameyekê bi dawî bû.

Konferansa Jinan bi encamnameyekê bi dawî bû

Li gorî encamnameyê xalên sereke ên derketine pêş wiha ne:

  • Piştgiriya tevahî jinan bi taybet jinên Efganî, Îranî, Êzdî, Kurdî û Filistînî.
  • Sûdwergirtina ji tecrûbeyên jinên Kurd ku tevahî jin ji xwe re bikin bingeh.
  • Avakirina peymaneke jinan ya hevpar ku hemû nêrînên jinan digre nava xwe.
  • Belavkirina têgeha zanista jinê Jinolojî da ku hemû jin sûdê jê wergirin.
  • Avakirina komîteyên hiqûqî da ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber APO bixebitin.
  • Xurtkirina têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan û ji holêrakirina siyasetên çewsandina jinê.
Back to top button