Gerîlayên HPG û YJA Starê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dagirkeran dan.
Di derbên gerîla de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk îradeyek dîrokî raber dike û derbên giran li arteşa Tirk dixe.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya HPG’ê de hate gotin;
Gerîlayên HPG û YJA Starê, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 20’ê Tebaxê bi çalakiyan li dagirkeran dan.
Di encama çalakiyên gerîlayan ên li dijî çeperên dagirkerên li Girê Cûdî de 3 leşker hatin cezakirin.
Her wiha mobesseyek hate îmhakirin, gelek çeper jî hatin derbkirin.
Derbarê êrişên arteşa Tirk a dagirker jî HPG got:
20’ê Tebaxê herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi giştî 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.