Blinken û Zelenskey li Glasgowê civiyan

Carek din Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê piştevaniya xwe ya ji bo Ukranyayê ragihand.
Di konfiransa Guhertina Avhewayê de Wezîrê Karê Derve yê DYA Antony Blinken û Serokdewletê Ukrayna Vladimir Zelenskey civiyan.
Blinken careke din ji bo serwerî, Serxwebûn û yekparbûna xaka Ukrayna piştevaniya xwe ragihand.

Duh li Skoçyayê di konfiransa 26. a Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken bi Serokdewletê Ukraynayê Vladimir Zelensky re civiya.

Wezareta Karên Derve ya DYA li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Blinken piştevaniya welatê xwe ji bo Kîevê anî ziman

Wezaretê diyar kir ku di civînê de Blinken ji bo serwerî, serxwebûn û yekparebûna axa Ukraynayê piştevaniya xwe ragihandiye.

Blinken pêngavên Ukranyayê yên li dijî nelirêtiyê jî silav kir û teqez kir ku Amerîka tevî hevalbend û hevkarên xwe wê piştevaniya ewlekariya enerjiya Kîevê bikin.

Her wiha wê ji bo kêmkirina metirsiyên xeta boriya Nord Stream 2 û peydakirina enerjiya Kîevê jî bixebitin.

Back to top button