Sepp Blatter û Michel Platînî bi diziyê têne tawanbarkirin

Federasyona Navneteweyî ya Futbolê FIFA, bi sosreta diziyê di rojevê de ye.
Ji berpirsên berê yên federasyonê Sepp Blatter û Michel Platînî bi diziyê hatin tawanbarkirin.

Ragihandina Ewrûpayê, Euronews têkildarî sosreta li nava cîhana futbolê nûçeyek belav kir û tê de got;

Berpirsên berê yên FIFA’yê Sepp Blatter û Michel Platînî bi diziyê hatin tawanbarkirin.

Di nûçeyê de tê gotin,

Piştî lêkolînên dozgerên Siwîsrî ku 6 salan dewam kirin, ev encam derket holê:

Berpirsên berê yên FIFA’yê Blatter û Platînî derdora mîlyonek û 700 hezar euro dizîne.

Ji ber vê yekê doza herdû kesan dewam dike û eger sûcê wan were tesbîtkirin, dibe ku dawiyê bêne girtin.

Dozgerên Siwîsrî ragihandin ku diziya hatiye kirin zerareke mezin da FIFA’yê û hişt ku Platînî dewlemend bibe.

Li gorî qanûnên Siwîsreyê ji bo dozên wiha bi encam bibin, pêwîstî bi salan heye.

Back to top button