Daîreya Têkiliyên Derve xebatên xwe yên salekê eşkere kirin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rapora xebatên xwe yên sala 2022ʹyan bi civîneke çapemeniyê, eşkere kir. Hat diyarkirin ku Rêveberiya Xweser di vê salê de, xebateke diplomatîk a girîng li ser asta Cîhanê pêk aniye û 515 endamên malbatên DAIŞʹiyan radestî welatên wan kiriye.

Berdevkê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Akif, ji bo eşkerekirina rapora xebatê ya sala 2022’an, civîneke çapemeniyê li avahiya daîreyê ya li Qamişloyê li dar xist.

Di raporê de xebatên dîlomatîk ên Rêveberiya û hejmara endamên malbatên DAIŞʹî yên ku radestî welatên wan hatine kirin, hate eşkerekirin.

Li gorî Kemal Akif xebatên dîplomatîk ên sala 2022ʹyan wiha ne:

  • Li Rojhilata Navîn û dewletên Ereban gelek hevdîtin bi hikumet, kesayet û saziyên sivîl re pêk hatin.
  • Li dewletên Asyayê, di nav de Rûsya, gelek hevdîtinên nû yên girîng hatin lidarxistin, her wiha peywendiyên rasterast bi aliyên fermî û saziyên civakî re hatin lidarxistin.
  • Li Ewropa û dewletên Yekitiya Ewropayê zêdetirî 100 hevdîtin bi hikumetên fermî, aliyên sivîl, parlamenter, saziyên hiqûqî û ragihandinê re hatin kirin. Gelek dosya û name li ser binpêkirin û êrişên li ser herêmên me hatin şandin.
  • Li ser asta Sûriyê jî Rêveberiya Xweser hîna bi rêgezên xwe yên ber bi pêşxistina diyalogên nîştimanî yên sûrî ve girêdayî ye. Bi navbeynkariya Rûsyayê hin hevdîtin bi Şamê re hatin kirin, lê heta vê kêliyê tu encam nedan.

“515 Endamên malbatên DAIŞ’iyan radestî welatên wan hatin kirin”

Di raporê de hejmara endamên malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên ku Rêveberiya Xweser radestî hikumetên wan kirine jî, hate eşkerekirin.

Hat raghandin ku di nava vê salê Rêveberiya Xweser 515 endamên malbatên çeteyên DAIŞ’ê radestî Swêd, Hollanda, Rûsya, Almanya, Brîtanya, Albanya, Awisturya, Balçîka û Fransayê kirine.

Back to top button