Li Spanya qadeke 120 kîlometre çargoşe şewitî

Li daristanên Spanya, Yewnanîstan û Kanadayê şewat derket.
Li Tenerîfeyê qadeke 120 kîlometre çargoşe şewitî.
Yewnanistan û Kanada jî ji bo vemirandina şewata dijwat di nava hewildanan de ne.

Şewatên daristanan li Spanya, Yewnanîstan û parêzgehên cuda yên Kanadayê berdewam dikin.

Ji ber şewata dijwar li Tenerîfê niha rewş bi aloze.

Heta niha qadeke 120 kîlometre çargoşe şewitiye.

Bêtitrî 13 hezar kesan malên xwe terikandine.

Di şewata li giravê de tu ziyanên canî çênebûne.

Serokê Rêveberiya Xweser a giravê Fernando Clavijo diyar kir yek ji şewatên herî mezin ên 40 salên dawî li herêmê rû daye.

Ji bo destwerdana şewatê hete niha nêzî 300 tîmên agirkujiyê hatine wezîfedarkirin.

Her wiha 24 balafir û helîkopterên agirkujiyê beşdarî xebatên vemirandinê bûne.

Li Yewnanîstanê agir tê kontrolkirin

Yek ji welatên ku bi şewata daristanan re têdikoşe Yewnanîstan e.

Ji bo vemirandina agir gelek balafir û tîmên agirkujiyê dinava tevgerê de ne.

Li gor agahiyên ku ji tîmên agirkujiyê hatine girtin niha rewş hinekî baştir e.

Lê belê xeteriya şewatê hîn bi temamî xilas nebûye.

Rayedarên Yewnanîstanê ragihandin ku şewata daristanê zerar daye hin xanî û zeviyên çandiniyê.

Li Kanadayê 35 hezar kes hatin tehliye kirin

Li Kanadayê jî di encama şewatê de 41 hezar hektar daristan şewitî.

Di şewatê de gelek mal û otomobîl jî şewitîn.

Ji ber metirsiya şewatê nêzî 35 hezar kes ber bi herêmên ewle ve hatin veguhestin.

Li Kanada ji ber şewata wêranker rewşa awerte hat ragihandin

Back to top button