Li Bakurê Kurdistanê di civînên gel de berteka ji bo tecrîdê: Divê bêtir bibe rojev

Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), civînên xwe yên gel didomînin.
Welatiyên ku beşdarî civîna gel bûn, bertek nîşanî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan dan.

Di vê çarçoveyê de li navçeya Hewag a Rihayê civîn bi gel hat lidarxistin.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay axivî û got: “Ji bo me avakirina siyaseteke dmeokratîk ji hilbijartinan pir girîngtir e.”

Welatiyan bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê jî û gotin: “Em bi saya felsefeya birêz Abdullah Ocalan têk naçin û em ê têk neçin.”

Her wiha hat gotin ku divê demildest tecrîd bi dawî bibe û divê li meclisê bêtir bibe rojev.

Li navçeyên navendî Peyas, Rezan, Yenîşehîr û Sûrê yên Amedê jî civînên gel hatin lidarxistin.

Parlementerê Rihayê Omer Ocalan di civînê de axivî û anî ziman ku dê partî bi gel re hebe.

Piştre welatiyan diyar kir ku divê demildest tecrîda li dijî Rêber Apo bi dawî bibe.

Bi heman armancê parlamenterên Colemêrgê jî serdana esnafên pîşesaziyê kirin.

Li Licê û gundên wê civînên gel hatin lidarxistin

Li ser Lozanê peyama Rêber Apo ji bo konferansa 23’ê yê Tîrmeha 1998’an

Back to top button