KNK: PÊWÎSTE GELÊ KURD JI BER BÛYERÊN LI HERÊMÊ RÛ DIDIN ŞIYAR BE

Kongreya Netewî ya Kurdistanê li bajarê Hewlêrê li ser kar û xebatên xwe yên dema borî, bi nûnerên partî û kesayetên Başûrê Kurdistanê re civînek lidarxist. Di civînê de behsa giringiya netewî û rewşa niha ya Rojhilata Navîn hate kirin.

KNK’ê bi boneya salvegera damezrandina xwe li navenda Hizba Zehmetkêşana Kurdistan ya li Hewlêrê civînek lidarxist.

Di civînê de gelek kesayet, partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê amadebûn.

Endamê KNK’ê Feryad Hîranî derbarê armanca civînê de ji ajansa RojNews re axivî û got;

” Me xwest em fikrên kesên beşdarî civînê bûyî, yên derbarê mijara netewî û parastina mafê Kurdan ya li her çar beşên Kurdistanê de bigrin.

Niha Rojhilata Navîn ber bi rewşek metirsîdar ve diçe.

Ji bo vê pêwîte gelê Kurd bi hişyarî danûstandinê li gel rewşê bikin.

Leave a Reply

Back to top button