Dorpêçkirina texên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewam e..
Ji ber vê yekê Karkerên paqijiyê neçar dimînin ku bi melkes û erebeyên duçerx kar û xebatên paqijiyê bimeşînin.
Yek ji endamên paqijyê yê li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd kar dike, Îsam Şêx Ehmed axivî ..
Îsam diyar kir ku paqijiya taxê karê me ye û em ê bi hemû hêza xwe û karînên xwe pêşî li qirêjiyê li kolanan bigirin.
Em di hefteyekê de bênavber bi melkesan kar dikin ji ber ku mazot di taxê de nemaye.
Daxwaza me ew e ku şênî bi me ra taxan paqij ”
Karkerê din ê paqijiyê Ebdo Mistefa jî got:
“Em bi hemû hêza xwe dê xizmeta taxên xwe bikin û karê xwe ranwestînin.
Ji ber ku heke çop li kolanan bimîne, wê nexweşî belav bibin.
Em dê xwe bispêrin hêza xwe û karê xwe berdewam bikin.”