Hişyarî hebûn ku 35 avahiyên din li Helebê li ber helweşînêne ..
Li taxeke din a Helebê avahiyek hilweşiya..
Wek encamên pêşîn zarokek û kesek din jiyana xwe ji dest dan.
Duh êvarî avahiyek li taxa Ferdos a Helebê hilweşiya.
Tîmên pirspor 2 cenaze ji bin kavilan derxistine yek a zarokekî ye.
Xebatên lêgerînê berdewam in.
2 Kesan jiyana xwe ji dest da
Heta niha sedema hilweşînê nehatiye zanîn.
22`yê Çileya borî jî avahiyeke 5 qatî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi ser serê 7 malbatan de hilweşiya ..
Di encamê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes birîndar bûn.
Îlona 2022`yan jî avahiyeke din a 5 qatî li taxa Ferdos a rojhilat bajarê Helebê hilweşiya ..
Di encamê de 13 kesan jiyana xwe ji dest da.
Beriya demekê Hevserokê Şaredariya Gel a taxê eşkere kiribû ku 35 avahî bi hilweşînê re rû bi rû ne.