Kongreya 1’emîn a Odeya Endezyaran a Kantona Qamişlo li dar ket

Odeya Endezyaran a Kantona Qamişlo kongreya xwe ya yekemîn bi dirûşmali dar xist.
Di kongreyê de rêziknameya xwe nîqaş kir û meclisa odayê hilbijart.

Kongre bi beşdariya 73 delegeyên Odeya Endezyaran li dar ket.

Di kongreyê de bernameya kongreyê hate diyarkirin.

Ji bo şîrovekirina rewşa siyasî, cîhanî û herêmî, Hevserokê TEV-DEM Xerîb Hiso axivî ..

Hiso girîngiya lidarxistina kongreyê di vê dema hesas de destnîşan kir …

Hiso îşaret bi rola stratejîk a pîşeya endezeyê di jiyanê de kir û got:

“Armanca kongreyê, birêxistinkirina Odaya Endezayan a kantonê ye..

Her wiha pêxistina xebatên xizmetguzarî û endezyarî di civakê de ye.

Ji bo ku rola xwe di pêşxistina hawîrdorê û civakê de bilîze. ”

Piştî vê yekê bernameya kongreyê li pêşiya çapemeniyê girtî berdewam kir.

Beşdarên kongreyê rêziknameya odayê ya ji 17 medayan pêk tê nîqaş kirin.

Di dawiya kongreyê de endamên Meclisa Odayê hatin hilbijartin..

 

Back to top button