Aloziya Azerbaycan û Ermenistanê li ser Qerebaxê

Daxwaza Ermenîstan û Azerbeycanê ya li ser Qerebaxê metirsiya di her kêliyê de şerek rû bide çêdike.
Lîderên herdu welatan jî carke din diyar kirin ku wê di ya xwe de israr bikin.
Her wiha rêveberên Êrîvan û Bakû ji helwesta YE û NY ya li ser aloziya navbera wan de jî rexne kirin.

Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev yê şerê li dijî Ermenîstanê weke serketin bi nav dike, dibêje:

“Em niha amade ne ku behsa aştiyê bikin.”

Lê belê serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan dibêje:

“Tu kesî soz nedaye ku bi hêsanî aştî pêk were.”

Serokomarê Azerbeycanê û serokwezîrê Ermenistanê derbarê geşedanên dawîn ên li Qerebaxa de bersiva pirsên euronewsê dan.

Aliyev: Peymana 2020’an ne ya aşitiyê bû

Aliyev diyar kir deklarasyona ku 10’ê Mijdara 2020’an hat îmzekirin, di rastiyê de aştiyek mayînde misoger nekir û wiha got:

“Ne peymaneke aştiyê bû. Bi rastî jî deklerasyonek bû, peymaneke teslîmiyetê ya ku Ermenîstanê îmze kiribû.

Me weke welatekî ku ev 30 sal in di bin dagirkeriyê de ye bi zorê edalet ava kir.”

Paşinyan: Azerbaycanê xalên peymanê binpê kir

Paşînyan jî diyar kir ku belgeya hatî îmzekirin ji hêla qanûnî ve ne-peymaneke aştiyê ye û wiha got:

“Bi rastî jî ne-peymaneke aştiyê ye, lê hinek xalên wê bi awayekî cidî û giran tên binpêkirin.

Mixabin gelek qanûn heta niha jî ji aliyê Azerbaycanê ve tên binpêkirin.”

Şer û aloziya li ser Qerebaxa çiyayî

Qerebaxa Çiyayî di qada navneteweyî de wek beşek ji Azerbaycanê tê naskirin.

Lê beşek ji wê di bin kontrola Ermrnîstanê de ye.

2020’an di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê li ser herêmê careke din şerên dijwar qewimîn.

Piştre jî bi navbêyn kariya Rûsya yê şer hatibû rawestandin.

Lê vêyekê dawî li aloziya li herêmê ne anî.

Paşinyan: Divê aliyên navneteweyî gavên girîng bavêjin

Paşinyan diyar kir ku divê aştî pêk were û got:

“Ji bo vê divê aliyên navneteweyî gavên girîng bavêjin. ”

Paşînyan û Aliyev: Helwesta ye û NY rexne kirin

Aliyev jî dibêje eger Ermenîstan dijberiya yekparçeyiya axa Azerbaycanê bide aliyekî, ew dikarin aştiyê pêk bînin.

Aliyev her wiha rexne li Yekîtiya Ewropayê kir û got:

“Di rastiyê de nebû parçeyek ji pêvajoya navbeynkariyê.

Lê Yekîtiya Ewropî dikare roleke baştir bilîze.”

Bi heman awayî Paşînyan jî rexne li NY kir û diyar kir ku di mijara gav avêtinê de gelekî kêm mane.

Blinken bo Êrîvan û Bakû: Aloziya li Qerebaxê bixin bin kontrolê

Back to top button