Li Nîjerê darbeya Leşkerî

Li Nîjerê piştî cûnta leşkerî rewş aloz e.
Hikumeta Fransa û darbekar hatine pêşberî hev.
Rêveberiya Parîsê hewil dide nêzî 600 welatiyên xwe yên li Nîjerê vegerîne welat.

Yekemîn balafira veguhestinê ya Fransayê ku welatiyên wê ji Nîjerê hildigirt ber bi Parîsê ve bi rê ket.

Fransa dest bi veguhestina welatiyên xwe yên li Nîjerê kir

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Fransayê de, di veguhestina yekem de 262 kes ji paytexta Nîjer Nîameyê birê ketin.

Balafir li paytexta Fransa Parîsê daket.

Hat diyarkirin ku nêzî 600 welatiyên Fransayê ji bo veguhestinê serlêdan kirine û wê di nava çend rojan de ev veguhestin biqede.

Koşka Elysee di 30’ê Tîrmehê de ragihandibû ku ew ê bi tundî û bilez bersiva her êrîşekê li ser berjewendî yan welatiyên Fransa yên li Nîjerê pêk were bidin.

Li Nîjerê xwepêşanderan navendên Fransa kiribûn armanc.

Wezîra Karê Derve ya Fransa Catherine Colonna jî beşdarî bernameya televizyonê bû û li ser pirsa gelo destwerdana leşkerî ya Fransayê li vî welatî heye yan na, ev bersiv da:

“Armanca me ya despêkê, ewlekariya welatiyên me yên li wir e.”

Alîgirên darbeyê sefaretxaneya Fransa kirin armanc

Bi hezaran xwepêşanderên ku di 30’ê Tîrmehê de li ber balyozxaneya Fransa ya li Nîameyê kom bûn, ziyan da balyozxaneyê.

Rêveberiya Parîsê ragihand ku piştî derbeya leşkerî ya 26’ê Tîrmehê li vî welatî, hemû alîkariyên darayî û bûdceyî yên ji bo Nîjerê rawestandin.

Li Nîjerê Serokomar Mihemed Bazûm di 26’ê Tîrmehê de ji aliyê endamên Alaya Parastina Serokomariyê ve hatibû binçavkirin.

Piştî vê di danê êvarî de leşkeran ragihand ku wan deshilatî xistiye destê xwe.

Fermandarê Alaya Parastina Serokomariyê General Ebdurehman (Omer) Tchiani, 28’ê Tîrmehê serokatiya cûntaya Konseya Neteweyî ya Parastina Welat (CNSP) kir û bû serokê hikumeta demkî.

Burkîna Faso û Malî piştevaniya darbekarên Nîjerê kirin

Back to top button