Îran: Ji bo vegera li peymana Nûkleerî divê DYA cezayên li ser Tahranê rake

Lîderê Olî yê Îranê Elî Xameneyî ragihand ku ji bo welatê wî li peymana nûkleerî ya bi Amerîka re vegere, pêwiste Waşîngton despêkê cezayên li ser Tahranê rake.

Elî Xameneyî di peyama li ser hesabê xwe yê twitterê weşandî de diyar kir ku Tahranê hemû pîvanên peymana bernameyê pêk aniye û di rewşa heyî de mafê welatê ku şertan ji bo peyamanê diyar bike Îrane.

Xameneyî anî ziman ku DYA û aliyên Ewropa Almanya, Îngilistan û Fransa ji peymanê durketine û wiha got:

Ger tê xwestin Îran li peymanê vegere, divê DYA tevahî cezayan rake.

Em jî wê vê binirxînin.

Wê demê emê şertên peymanê pêk bînin.

Peymana bernameya nûkleerî ya navbera Îran û DYA, Çîn, Fransa, Almanya, Rûsya û Îngilsitanê de 2015’an hat îmzekirin.

Serokê DYA yê berê Donald Trump 8’ê Gulana 2018’an ji peymanê durket û dest bi ferzkirina cezayan li ser Tahranê kiribû.

Ji ber vê yekê Tahranê jî şertên peymanê dabû rawestandin û dest bi zengînkirina madeya Uranyumê kiribû.

Niha jî bi rêveberiya serokê DYA Joe Biden tê pêşdîtin ku li peymanê vegere.

Back to top button