Li kampa Holê cenazeyê koçberekî Sûrî ku bi guleyekê hatiye kuştin, hat dîtin

Li Kampa Holê cenazeyê koçberekî Sûrî ku bi guleyekê hatiye kuştin, hat dîtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn vê sibehê li beşê 5`an a Kampa Holê cenazeyê koçberekî Sûrî yê bi navê Emar Îsa ku bi guleyekê hatiye kuştin, dît.

Li gorî agahiyên ku berpirsekî ewlehiyê dane, koçber ji aliyê kesên nenas ve hatiye kuştin û lêpirsîna der barê bûyerê de dewam dike.

Ji destpêka îsal ve li Kampa Holê bûyer û hewldanên kuştina koçberên Sûrî û Iraqî zêde bûne.

Ji destpêka salê ve li kampê 20 koçber hatine kuştin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Kampa Holê berê gotibûn:

“Çeteyên li derveyî kampê bi yên li kampê re di nava têkiliyê de ne û çekên sivik wekî demançe û bombeyên destan bi rêya karmendên li kampê, tên derbaskirin.”

Kampa Holê ji mezintirîn kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Ji ber ku bi hezaran endamên malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên xwedî fikirên tundraw tê de dimînin, ji kampên herî metirsîdar li cîhanê tê dîtin.

Back to top button