Jimara pêketiyên vîrûsê li Hindistanê di rojekê de gihişt 400 hezarî

Metirsiya vîrûsa Corona li welatê 2 yê cîhanê ku herî mezine xwe daye der.
Li Hindistanê jimara pêketiyên vîrûsê tenê di nava rojekê de gihişt 400 hezar kesî.
Jimara miriyan jî nêzî 3 hezar û 500 bûye.
Cîhan ji bo Hindistanê ketiye alarmê.
Zêdeyî 40 welatan dest bi şandina pêwistiyên tenduristiyê ji bo Hindistanê kir.

Cîhan bi Hindistan û Hindistan jî bi vîrûsa Corona di axive.

Vîrûsa Corona ya konê xwe li Hindistanê daniye, di warê tenduristiyê de welat jihev xistiye.

Li welat bi pêla duyemîn ya vîrûsê re, li nexweşxaneyan cihê demankirina nexweşan nemaye.

Krîza nebûna derman û tupên oksîjenê jî bi serê xwe metirsiya heyî zêde dike.

Li ber derê nexweşxaneyan bendewariya mirinê heye.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê ve hatî dayîn, di nava 24 saetên derbasbûyî de 386 hezar û 452 kes bi vîrûsê ketine.

Her wiha 3 hezar û 498 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Bi vê yekê re jimara kesên ji ber vîrûsê li welat mirine gihişt 208 hezar û 330 kesî.

Artêşa Hindistanê ji bo alîkariyê ket tevgerê

Piştî hilweşîna sîstema tenduristiya li welat, artêş ketiye nava tevgerê.

Artêşa welat ji bo alîkariya xebatkarên tenduristiyê bi bizîşkan re tev digere.

Zêdeyî 40 welatan alîkariya tenduristî ji Hindistanê re şand

Hindistan ya ku di nava krîza vîrûsê de maye li benda destê alîkariya ji cîhanê te ye.

Zêdeyî 40 welatan ji bo alîkariya bi Hindistanê re dest bi şandina pêwistiyên sereke kirin.

Her wiha bi sedmilyon dolar jî weke alîkarî pêşkêşî Hindistanê hate kirin.

Lê heta niha vê yekê jî nekariye metirsiya vîrûsê ya li welat bi dawî bike.

Bi daneyên nû re Hindistan li sernserê cîhanê welatê 2. yê ku herî zêde jimara peketiyên vîrûsê lê hatine dîtin.

Di rêjeya miriyên ji ber vîrûsê de piştî, DYA, Brazîlya û Meksîka cihê xwe di rêya 4. de digre.

Dumana şewata cenazeyên miriyên corona li ser asîmanên welat bilind dibe.

Back to top button