Efrîn..Li gundên Şiyê û Raco 6 kes hatin revandin

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber dewam dike.
Dagirkeran 4 kes ji gundê Hêkica yê navçeya Şiyê û 2 kes ji gundê Badîna yê navçeya Raco revandin.

Li Efrîna dagirkirî, sûcên dewleta Tirk her ku diçe zêde dibin

Malpera Çalakvanên Efînê ragihand 28’ê Nîsanê çeteyên dewleta Tirk dest bi biçavkirna şêniyên gundê Hêkiça yê navçeya Şiyê kirin.

Malperê navên kesên ku hatine binçavkirin li ser malpera xwe eşkerekir

Navên wan jî wiha ye:

Ehmed Mihemed Elî 33 salî

Ibrahîm Mihemed Silêman 40 salî

Ziyad Miho 35 salî

Her wiha ji kesên ku hatibû binçavkirin Fereh El-dîn Hesen Ibrahîm bû jî, lê piştî ku malbata wî 5000 Lêreyên Tirkî weke fidiye dane çeteyan ew di heman rojê de berdan.

Ji dema ku bajarê Efînê hatiye dagirkirin rojane binçavkirin lê berdewame armac jî jê ku malbatên çeteyên li dewsa şêniiyên resen bicih bikin.

Li aliyekî din, di vê hefteyê de li bajarokê Bi’dîna yê navçeya Raco jî çeteyan şêniyê bi navê Mihemed Reşîd Osman yê 61 salî bi hinceta têkiliyên wî bi Rêveberiya Xweser ya berê li Efrînê hebû binçavkirin.

Rêxistina Efrînê jî ji aliyê xwe ve bîlançoya 2021 ‘an eşkere kir ku di nava salekê de 223 şênî li Efrînê ji aliiyê çeteyên Dewleta Tirk ve hatin binçavkirin û çarenûsa piraniya wan jî nediyare.

Back to top button