Şêniyên Kobanê bi çalakiyekê piştgirî da Partiya Çepêk Kesk û bang li gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.
Meş ji Qada Jina Azad a Kobanê dest pê kir û li çerxerêya Aştiyê veguherî mîtîngê.
bi sedan şênî, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî yên herêma Firatê beşdar bûn.
Li wir endama Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a herêma Firatê Sara Xelîl axivî û bal kişand ser girîngiya hilbijartinan û wiha got:
“Dê hilbijartinên 14`ê Gulanê ji bo têkbirina rejîma zordest a li Tirkiyê derfetek be.”
Sara destnîşan kir ku derfet hatiye ku dîrokek nû ji herêma Rojhilata Navîn re bê nivîsandin û baweriya wan heye ku dê gelê Bakurê Kurdistanê bi dengê xwe zordestiyê tune bikin.
Sara Xelîl bang li gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk