Çalakvanên Kurd û Swêdî li dijî pêşnûmeya qanûna nû daxuyaniyek dan û diyar kirin ku pêkanîna daxwazên dewleta Tirk a faşîst nayê qebûlkirin.
Çalakvanên Kurd û Swêdî li dijî pêşnûmeya qanûna nû ya li Swêdê peyam dan.
Çalakvana siyasî Amîneh Kakabaveh bertekên xwe bi gotina, “Li parlementoya Swêdê qanûnên Erdogan tên pêkanîn” diyar kir.
Rojnamevan Kurdo Baksî jî bertek nîşanî daxwazên Erdogan da û wiha got:
“Em bi azadiya çapemeniyê ya li Swêdê serbilind bûn lê ji ber ku hûn dixwazin bibin bajarekî biçûk ê Tirkiyeyê we çavê xwe ji vî tiştî re girt.”
Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê Håkan Svenneling jî axivî û xemginiya xwe di paşveçûna Swêd di warê azadiya Çapmeniyê de anî ziman.
Her wiha Siyasetmedar An Margret Livh jî ev tişt anî ziman:
Niha herî zêde li Swêd û Tirkiyê kurd di bin bandorê de ne,
Wê li Siwêdê çend kurd werim dersînorkirin ez nizamin, lê ev tişt ji bo Swêdê şerm e.”
Hêjayîî gotinê ye ku dewlet Tirk li ser erêkirina Tevlîbûna Siwêd Di Natoyê de gef li wan xwaribû û xwestibûn hinek daxwazên wan qebûl bikin..



