Li Îranê ji ber felaketa lehiyê 18 kesan jiyana xwe ji dest dan e

Barana bihêz ya li derdora herêmên paytexta Îran Tahranê jiyan aloz kiriye.
Barana bo sedema lehiyê bandoreke zêde li gundên herêmê kir.
Ji ber lehiyê heta niha 18 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Di nava 2 rojên derbasbûyî de barana zêde ya li herêmên nêzî paytexta Îran Tahranê, jiyan zehmet kiriye.

Serokê Navenda Krîzê ya Neteweyî Hasan Namî derbarê karesata lehiyê ya li parêzgeha Tehranê de ji televîzyona dewletê re axivî.

Namî diyar kir ku ji ber lehiyê li gundê Veskare yê li rojhilatê Tehranê kesek mir û 14 wesayît di bin avê de man.

Namî daxuyakirin ku li gundê Merzdaran a Tehranê rewş girantir e.

Ax şemitiye û xanî di binê avê de mane.

Namî diyar kir ku heta niha li Merzdaran 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê jî dewam dikin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), Serokê Rêxistina Alîkarî û Rizgarkirinê ya Heyva Sor Murteza Muradîpûr ragihand ku termê 2 kesên din li gundê Îmamzade Dawûd a li bakurê rojavayê Tehranê hatin dîtin.

Bi vê yekê re jimara kesên li gund jiyana xwe ji dest dane derket 8’an û xebatên lêgerîna ji bo 19 kesên winda jî didome.

Rayedarê Îranê diyar kir ku 700 kes ji gund hatin derxistin û bo cihên ewle hatin veguhestin .

Ji bo paqijkirina gund ji heriyê jî xebat dewam dikin.

Li gorî desgehên ragihandinê yên Îranê di encama xebatên lêgerîna kesên winda yên li çemê Kenê yê li bakurê rojavayê Tehranê de, 3 cenaze dîtine.

Hat ragihandin ku duh li gundê Îmamzade Davûd ê li bakurê rojavayê Tehranê di karesata lehiyê ya ji ber barana zêde pêk hat de, 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Meteorolojiyê hişyarî da ku dibe ku li Tehranê rojên şemî û yekşemê baran bidome û ji xelkê xwest ku xwe ji robar û çeman dûr bigirin.

Back to top button