Hêrs û çalakiyên dijî êrişên bi çekên kîmyawî didome

Li dijî êrişên bi çekên kîmyewî û bêdengiya hêzên navnetewî, gelên herêmê di nava çalakiyan de ne.
Îro jî li gelek deveran bikaranîna çekên kîmyewî hate şermezarkirin û bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku dewleta Tirk li ser sûcên wê darizînin.

Li bakur û rojhilatê Sûriyê çalakî û bertekên li hemberî çekên kîmyewî ên ku dewleta Tirk li dijî gerîla bikar tîne, zêde dibin.

Desteya Tendirustiyê ya herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê bikaranîna çekên kîmyewî û bêdengiya civata navneteweyî şermezar kirin.

Desteya Tendirustiye banga darzandina dewleta Tirk kir

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya herêma Cizîrê Xalid Dawud ve hate xwendin.

Xalid Dawud da zanîn ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên li başûrê kurdistanê ên dijî gerîla çekên kîmyewî û qedexekirî bi kar tîne û wiha got:

“Ji ber bikaranîna çekên kîmyewî bi dehan keç û xortên kurdan hatin qetilkirin, lê cîhan bêdeng e.”

Di dawiyê de Xalid Dawd bang li hêzên navnetewî û Rêxistinên Mafên Mirovan kir ku dewleta Tirk ji ber sûc û binpêkirinên wê darizînin.

Rûspiyên herêma Firatê bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kirin.

Şêx û ruspiyên herêma Firatê jî li ser mijarê daxuyanî dan.

Daxuyanî li avahiya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ya li Kobanê ji aliyê Şêxê eşîra El-Emîrat Hemîd Ibrahîm ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dewleta Tirk hewl dide ku Impratoriya Osmanî ji nûvre zindî bike û wiha hat gotin.

“Lê dewleta Tirk hêzên gerîla û projeya neteweya demokratîk ji bo destxistina armancên xwe weke astengiya sereke dibîne,

Ji bo vê jî, bi hemû cureyên şer dixwaze van astengiyan li pêş armancên xwe ji holê rake.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li ruspiyên li Rojhilata Navîn û komkara Erebî hate kirin ku li dijî dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.

Şêniyên Eyn Îsa piştgirî dan berxwedana Gerîla

Şêniyên navçeya Eyn Îsa jî li dijî êrişên kîmyewî meşiyan.

Di meşê de berxwedana gerîla hat silav kirin.

Piştî ku meş li çerxerêya Şehîd Cûdî veguherî mitîngê, berdevkê Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan ya Girê Spî Mecid Husam axivî

Husam bang li gelê herêmê kir ku piştgiriyê bidin berxwedana gerîla û hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê.

Hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Eyn Îsayê Sebrî Nebo jî axivî û got,

“Bêdengiya hêzên navneteweyî rê ji dewleta Tirk re vekir da ku çekên qedexekirî bi kar bîne.”

Back to top button