Sana: Leşkerek hat kuştin û 5 jî birndar bûn

Careke din Israîlê bi balafiran, derdora Şamê bombebaran kir.
Di encama êrişa vê carê de, leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Ajansa Sana ya hikumeta Şamê ragihand balafirên Israîlê deverên derdora Şamê kirin armanc.

Der barê êrişê de, ajansê agahî bi par ve kirin, ev agahî jî spartin çavkaniyeke leşkerî.

Li gorî vê, “Êriş, derdora 1’ê şevê pêk hat.

Hin moşek ji başûr rojhilatî Beyrûtê û hin jî ji aliyê Colanê ve dihatin avêtin.”

Hat ragihandin ku sîstema parastina asîmanî rê li ber moşekan girtiye û çend ji wan anîne xwarê.

Di encama êrişê de, leşkerekî hikumetê hat kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Ji bilî wê, vê êrişê jî mîna yên berî wê, ziyaneke madî gihandiye derdorê.

31’ê Çileya derbasbûyî jî, bi heman rengî ji aliyê Israîlê ve êriş pêk hat.

Hingî jî, di encama êrişê de gelek ziyanên madî çêbûbûn.

Back to top button