Jinên Raperîn li dijî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bang li gelê Kurd, azadîxwaz û bi taybet jinan kirin ku helwestek cidî nîşan bidin û gotin: “Em heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin em ê, çalakî û têkoşîna xwe bidomînin.”
Edîbe Elî derbarê tecrîda li dijî Rêber Apo de got: ”Demek dirêje Rêber Apo dibin tecrîdek giran de ye û rê nadin ku malbat û parêzer pêre hevdîtinê bikin.
Rêber Abdullah Ocalan tekane Rêbere ku mafên gelê Kurd bi taybet mafê jinan diparêze ye.
Jinan ji nava çar dîwaran derxistiye, daxwaza mafê wan û piştgiriya wan dike.”
Edîbe Elî destnîşan kir ku divê gelê Kurd bi taybet jin li dijî dagirkerî, zordarî û tecrîda li dijî Rêber Apo bêdeng nemînin, û helwestek cidî raber bikin û wiha dawî ki axaftina xwe anî :
”Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger dikin, çalakî û têkoşîna me wê berdewam be.”
Sara Kerîm jî derbarê heman mijarê de wiha anî ziman:
” Ti rêberekî bi qasî fikir û îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo jinan hewl nedaye.
Ji ber vê yekê ez bang li hemû jinan dikim ku li hemberî vê tecrîdê bêdeng nemînin û têkoşînê berdewam bikin.”