SANA: Ji ber êrişa Israîlê balfirgeha Şam û Heleb ji xizmetê derket

Êrişên Israîlê li dijî xaka Sûriyê dewam dikin.
Artêşa Israîlê êrişî balafirgha Helebê û Şamê kir û di encamê de balafirgeh ji xizmetê derket.

Ajansa SANA, ya girêdayî hikûmeta Şamê ragihand ku artêşa Israîlê careke din êrişî xaka Sûriyê kir.

Ajansê da zanîn ku di seatên sibê de balafirên şer yên Israîlê êrişî balafirgeha Helebê û Şamê kir .

Di encama êrişê de karkerekî jiyana xwe ji dest da û kesek birîndar bû .

Her wekî herdû balafirgeh ji ber êrişê ji xizmetê derketin û ziyanek mezin gihiştiye wan.

Back to top button