Tecrîd û êrişên dagirkeriyê hatin protestokirin

Êrişên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo li Qibrisê û Almanyayê hatin protestokirin.

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê Kurdistanî û dostên wan li dijî tecrîda û êrişên dewleta Tirk a faşîst meşiyan.

Di meşê de çalakgeran pankartên “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî” û “Dagirkeriyê bi dawî bikin” hatin hildan.

Her wiha dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Bimre xiyanet” hat berz kirin.

Çalakgeran diyar kirin ku heta dawî li tecrîd û êrişên dagirkerî neyê wê ew çalakiyên xwe bidomînin.

Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Almanî hatin belavkirin, dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Piştî meşê çalakgeran daxuyaniyek dan û gotin:

“Heta azadiya fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan û azadiya Kurdistanê pêk neyê emê çalakiyên xwe bidomînin.”

Back to top button