Şêniyên Reqayê 2 şehîdên hêzên QSD’ê Ebdulmecîd El Sinêd û Mihemed El Mihemd oxir kirin.
Merasîm bi tûrana leşkerî ya şervanên QSD’ê dest pê kir.
Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd Xelef axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Ji fermandarê QSD’ê Ehmed El Xelef jî axivî û got:
“Dewleta Tirk a dagirker hewil dide bi êrişên xwe dagirkeriya xwe normal bike.
Lê ew ê tu caran nekaribe bighîje armancê xwe.”
Piştre wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan bi dirûşmên “Şehîd namirin” hatin veşartin.